ABNA24 : Polîsê Silêmaniyê ragehandiye, îro li taxa Serçinar ya Silêmaniyê 4 kes hatin girtin.
Li ser sebeba girtina wan jî polîs gotiye, wan kesên han bi nivişt û cadûkirinê xelk dixapandin û dirav û tiştên wan yên bi qîmet ji wan distandin.
Li gorî agahiyên polîs, tohmetbarên ku hatine girtin, du jinên 40 û 36 salî û du zilamên 74 û 71 salî ne.
342/