AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

13 avrêl 2022

5:18:46
1247501

Taximeke îranî di gel rayedarên Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî civiya

Şemiya vê hefteyê taximeke îranî di gel rayedarên Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî civiya.

ABNA24 : Li gorî rapora Kurd Pressê, Serkonsûlgeriya Îranê li Hewlêrê ragihand ku roja 10ê Nîsana 2022an taximeke Komara Îslamî ya Îranê bi sergêriya Dr. Hesen Danayîfer balyozê berê yê Îranê li Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û di du rojan da di gel Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK), Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê civiya.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye, di van hevdîtinan derbarê mijarên têkildar û navçeyî û alûgorên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj hatiye kirin.

Du aliyan di van hevdîtinan da tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina pêwendiyên dualî di hemû waran da kiriye.

342/