AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
yekşem

17 avrêl 2022

18:25:14
1248858

Bajarê Dihokê bû destexwişka bajarê Gainesville yê Amerîkayê

Şanda Parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.

ABNA24 : Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Şanda Parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.

Di vê civînê de Serokê Şaredariya Gainesville kêfxweşiya xwe bi destexwişkiya navbera herdu bajaran nîşan da.

Di hevdîtinê de Parêzgarê Dihokê dîrok, erdnîgarî, jîngeha parêzgeha Dihokê û sektorên cuda pêşkêş kir, piştre sipasiya welatiyan û berpirsên bajarê Gainesville kir ji bo rêkeftina destexwişkiya navbera herdu bajaran.

Herdu aliyan di warên çandinî, tendirustî û perwerdehiya bilind de pêşveçûna pêwendiyên navbera herdu bajaran gotûbêj kirin û di siberojê de li ser vê mijiarê bixebitin.

342/