AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

19 avrêl 2022

9:49:39
1249436

PDK’ê daxuyaniya xwe ya derbarê redkirina despêbûna êrişa Tirkiyê li nîveka Nîsanê li herêmên Medyayê têk bir

Piştî destpêkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê vê berbangê, PDK`ê daxuyaniyeke xwe ya li ser medyaya xwe belav kiriye jê bir, ku tê de gotibû tu êriş li herêmên navborî çênabin.

ABNA24 : Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirkiyê ya dagirker wê bi hevkariya PDK’ê 15 Nîsan êrişek li ser Herêma Kurdistanê bide destpêkirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kiribû; “Em bang li Parlementoya Herêma Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin.”

Lê belê PDK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 15’ê Nîsanê jî were û tiştek wisan çênabe. Lê êriş tam di 15’ê Nîsanê de bi bombebarana balafiran dest pê kiribû. PDK’ê jî daxuyaniya xwe li ser beşa medyaya xwe ya Soranî jê bir.

Artêşa Tirkiyê vê berbangê êrişên nû yên qirkirin û dagirkirinê li dijî Zap, Metîna û Avaşîn yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin. Di vê çarçêvê de PKKê ragihand ku hêzên wê  operasyona artêşa Tirkiyê li Şikefta Birîndaran ya Zapê têk bir û 8 hêzên tirk kuştin.

Ev êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.

342/