ABNA24 : Xulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ku bi xwe çavdêriya odeya rêveberiya operasiyona leşkerî dikir, bi awayekî fermî operasiyona berfireh a artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê ragihand.
Akar got: Balefirên şêrr, helîkopter û drinên Tirkiyê bi piştevaniya topxaneyê êrîşî ser kamp, tûnel, sitargeh û navendên hilgirtina cebilxaneyê yên PKKyê li bakurê Iraqê kir.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê her wiha got: Ev operasiyon li navçeyên Metîna, Zab û Avaşîn-Basiyan li bakurê Iraqê cih hat û heta niha li gorî bernameyê û bi awayekî serkeftî hatiye domandin.
Xulûsî Akar bêyî amajeya bi hejmara kuştiyên hêzên tirkiyeyî îdia kir ku ev êrîş bi armanca "Pêşîgirtin li êrîêşên terorîstî" û piştrastbûn ji ewlehiya sînor pêk hatine.
Êrîşên artêşa Tirkiyê li ser baregehên PKKyê di rojên dawî da zêde bûne û tê gotin Enqere ji ber rewşa cîhanî ya di encama şerê Rûsiye û Ukraynê ku bala raya giştî kişandiy ser xwe, hewil dide di bêdengiyê da herî zêde dijberên xwe serkut bike.
Ev êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.
342/