ABNA24 : Mesrûr Barzanî ku beriya êrişa dewleta Tirkiyê a bi hevkariya PDK'ê ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir, hatibû serdana Tirkiyê, çû serdana Brîtanyayê. Barzanî li Londonê ji aliyê ciwanên Kurd ve hat protestokirin.
Ciwan li ber nûnertiya PDK'ê ya Londonê kom bûn û ji ber ku bi dewleta Tirkiyê re di êrişên li dijî Herêma Kurdistanê de cih digire, Barzanî şermezar kir.
Ciwanan êrişa dewleta Tirkiyê û PDK'ê şermezar kir.
342/