AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

21 avrêl 2022

11:04:31
1250175

34 kesayetên Herêma Kurdistana Iraqê êrişên dewleta Tirkiyê şermezar kirin

34 kesayetên Herêma Kurdistana Iraqê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku têkilarî êrişên dewleta Tirkiyê agahiyan bide û êrişên dewleta Tirkiyê şermezar kirin.

ABNA24 : 34 nivîskar, rojnameger û akademîsyenên Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê ên li ser 'Herêmên Parastinê yên Medyayê' daxuyaniyek hevpar da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev çend roj in artêşa Tirkiyê li çend deverên Behdînanê careke din dest bi operasyona leşkerî ya li dijî hêzên PKK’ê kirine û destdirêjî li ser çend deveran kiriye. Dibe planeke mezin û metirsîdar li pişt vê sînorderbaskirinê û êrişê hebe.

Ev operasyona Tirkiyê ji derveyî binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Di heman demê de, tê gumankirin operasyon berfirehtir bibe û bername û encamên li pişt vê êrişê dirêjtir bibe.

Em weke hejmarek kesayat, nivîskar, rojnameger û akademîsyenên Kurdistanê, şermezarkirin û nerazîbûna xwe li dijî vê êriş û destwerdana dagirkeriya Tirkiyê tînin ziman, di heman demê de, hêvîdar in ku xelkê Kurdistanê bi giştî û aliyên siyasî hest bi metirsiya pişt van gavên artêşa Tirkiyê bikin û helwest, hevgotariya nîştimanî û neteweyî hebin. Her weke mafê me ye, pirs ji serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge bikin û bizanin çi sedemek ji bo destwerdanê heye û ji bo çi hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha di asta vê destwerdanê de bêdeng e. 

Li gorî me, êrişên leşkerî û bikaranîna çekan a ji bo vemirandina tevgera neteweyî ya li Kurdistana Tirkiyê wê tu li rastiya sitem û mafxwaziya gelê Kurd nede guhertin ku niha di rewşeke dijwar û çewisandinê de ye. Weke tê gotin înkarkirina heqîqetê, tu ji heqîqetê nade guhertin. Li gorî me wê ji derveyî rêya demokrasî, danûstandin û guftûgoyê, ji bo aştiyê û çareseriya bingehîn tê rêyên din nîne.”

Navê kesên daxuyanî dane.

Parlamentera Berê ya Iraqê Ala Talebanî

Wezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî

Parlamenterê berê Mamosta Çeto Hewêzî

Cîgirê Serokê Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê û Parlamenterê Berê Kerîm Behrî Biradostî

Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Qadir Caf

Nivîskar û Rojnameger Sertîp Cewher

Wezîrê berê yê Şaredariyê Fatih Ebdullah Ebas

Şêx Fazil Hîranî

Kadroyê Pêşkeftî Awêzan Nadir

Nivîskar, Rojnameger û Parlamenterê berê yê Iraqê Şiwan Dawidî

Nivîskar Şadmen Mela Hesen

Edîtorê Awêne Serdar Mihemed

Edîtorê Şarpress Kemal Reuf

Mamostayaê Zanîngehê Dr. Mexdîd Sepan

Mamostayê Zanîngehê Dr. Serbest Nebî

Nivîskar û Siyasetmedar Mesûd Abdulxaliq

Nivîskar Şîlan Xelal Beg Dergeleyî

Nivîskar Azad Wertî

Nivîskar û Rojnameger Sedîq Hesen

Mekî Amêdî

Kadroyê pêşkeftî Ladê Hesen

Nivîskar Birzo Îsmaîl

Kadroyê pêşkeftî Sîrwan Hebîb

Nivîskar Abdulqadir Şerîf

Mamostayê Zanîngehê Dr. Ebas Mistefa

Nivîskar Elar Bazyanî

Mamostayê Zanîngehê Dr. Haşim Zêbarî

Berzan Hewramî

Bextiyar Mehmûd

Elî Oremarî

Hewrê Şakir

Elend Bekir hakim Semed Mihemed

Ronakbîr Muhsin Osman

Nivîskar Salar Bazyanî

342/