ABNA24 : Tirkiyê berbanga 18ê Nîsana 2022an operasiyoneke leşkerî li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyên Metîna, Zab, Avaşîn û Basiyanê li bakûrê Iraqê dest pê kir.
Dewleta Iraqê operasiyona leşkerî ya Tirkiyê şermezar kiriye û ew wek binpêkirina sserweriya Iraqê û gefek li dijî ewlehiya neteweyî ya vî welatî daye zanîn.
Li gorî rapora ISNAyê, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê qala bidawîhatina qonaxa yekem a operasiyona hêzên çekdar ên Tirkiyê li bakûrê Iraqê kir û got: Lê tevgerên leşkerî yên Enqereyê dê heta jinavbirina PKKyê bên domandin.
Wî îdia kir ku hêzên çekdar ên vî welatî gihîştin armancên ku dixwestin bi dest bixin û navçeyên armanc bi rêya erd û asimên va xistin bin kontrola xwe.
342/