AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

28 avrêl 2022

5:33:02
1252530

Di çarçîva hevkariya PDK û Tirkiyê de hêzên PDKê dest danîn ser madeyên teqîner ên PKKê

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDKê ragihand ku wan dest bi ser hejmareke zêde ya madeyên teqemenî û serbazî de girtine ku mûşekên dijîtank û TNT di nav de bûne û “PKK xwestiye wan li şerê dijî artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi kar bîne.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDKê duh Sêşemê 26ê Nîsana 2022yan daxuyaniyek belav kir û tê de îdia kir ku “planeke metirsîdar” a li ser Herêma Kurdistanê pûç kirin.

Vê encûmenê herwihaq diyar kir ku hêzên wê roja 17ê Nîsana 2022an (roja despêbûna operasiyona Tirkiyê li dijî PKKê) li sînorê Duhokê karî dest deynin ser (yek ton madeya teqîner ji cureya TNT, 10 mûşekên Konkurs ên dijî tankan, 23 motorên droneyên êrîşker, 1200 maskên dîjegaz û 375 yedekên çekên Kilaşînkov.”

Encumena Asayîşî ya PDKê îdia kiriye ku kesekî bi navê Yûnûs Ehmed Qasim Silêman bi riya berpirsekî YPGê yê bi navê Rodî Hisên ew made û kelûpelên leşkerî gihîştine destê wî, ji bo ew bigihîne destê hêzên PKKê, da ku li Herêma Kurdistanê bi kar bînin.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya kurdan PDK tawanbar dikin ku li şerê dijî PKKê li Herêma Kurdistanê piştgiriya artêşa Tirkiyê dike .

Ev êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 3 rojan ser hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.

342/