AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

28 avrêl 2022

5:33:41
1252531

Hejmarek ji kurdên li Swîsreyê bi ser Nûnertiya PDKê ya li Swîsreyê de girtin

Hejmareke kes ku di destê wan de flamayên PKKê hebûn hewldan têkevin avahiya Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Swîsreyê, lê polîsan rê li ber wan girt.

ABNA24 : Duh danê nîvro komeke xwepêşander bi flama û dirşmên PKKê çûn ber avahiya nûnertiya PDKê ya li bajarê Bernê yê Swîsreyê de û bi ser avahiyê de girtin.

Nûnerê Swîsre yê PDKê Dr Fewzî Qedur ji Rûdawê re ragihand, koma ku alayên PKKê hilgirtibûn hatin pêşiya nûnertiyê, destpêkê dirûşmên PKKê berz kirinû piştre komek ji 9 kesan pêk dihat derbasî hundirê avahiyê bûn.

Qedur da zanîn ku hemû endamên komê ku yek ji wan kêr pê re hebû,  ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Piraniya kurdan bawer in di êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê ser deverên Herêma Kurdistanê PDKê piştgiriya Tirkiyê kiriye, ew vê piştgiriyê wek xiyaneta li kurdan dizanin.

Hêjayî gotinê ye ku Êrişa dewleta Tirk ser Herêma Kurdistanê çend rojan piştç hevdîtina serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Tirkiyê bi serokomarê vî welatî Receb Teyib erdogan re  despê kir. 

342/