ABNA24 : Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên PKKê ragihand ku hêzên wan ên YJA-Starê duh li Werxelê li hemberî komeke hêzên artêşa Tirkiyê çalakiyek li dar xist û di encama çalakiyê de 8 hêzên Tirkiyê kuştin û 2 leşker jî birîndar kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên PKKê îdia kir ku hêzên wê yên YJA-Starê di 26’ê Nîsanê de danê sibê li herêma Werxelê ya Avaşînê li komek girêdayî artêşa Tirkiyê dan. Di encama vê çalakiyê de 8 hêzên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
ji aliyê din ve hêzên din ên PKKê ku navê Hêzên Parastina Gel (HPG) lê kirine jî îdia dike ku wan jî di çalakiyên xwe de 20 leşkerên Tirkiyê kuştin û 3 ji wan jî birîndar kirin, çeperek û dronek e artêşa Tirkiyê jî îmha kirin.
Hêjayê gotinê ye ku wezareta parastinê ya Tirkiyê bi tenê kuştina 3 leşkeran û birîndar bûn 2 leşkerên din ên xwe piştrast kiriye.
342/