AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

30 avrêl 2022

10:33:03
1253272

Bafil Talebanî: Ez rê nadim hinardekirina gaza Herêma Kurdistanê îlla ku borî ser cesedê min va derbas bibe

Hevserokê YNK di hevdîtina tev wekîlên welatên cîhanê da li Hewlêrê, neyartîya xwe himberî hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand û pêgirî kir: Îlla ku gaz ji ser cesedê min va bo derve were hinardekirin.

ABNA24 : Bafil Talebanî Hevserokê YNK şeva buhurî di civîneke digel wekîl û serkonsolên welatên curbicur û rêxistinên navnetewî da ku li Hewlêrê hat lidarxistinê, amajeyî mijara hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê kir û got: Divê çawanîya hinardekirina gazê û peymanên têkildarî wê jibo gelê Herêma kurdistanê zelal bin û hewil bê dayîn ku ev mijara were şeffafkirin ku gel beşeke demajoya wê be.

Bafil Talebanî herwiha got: Heke bêyî van mmercana karek jibo hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê were kirin, bi aşkirayî radigihînim ku divê wê demê gaz ji ser cesedê min va were hinardekirin.

Di halekî da ku di van rojên dawîyê da meseleya hinardekirina gaza Herêma Kurdistanê bûye sedemma nakokîyeke nû di navbera PDK û YNK da, Bafil Talibanî derbarê meseleya niftê û berbadkirina derhatên wê da jî got ku beşeke şirketên ku di warê derxistin û hinardekirina nifta Herêma Kurdistabnê da çalak in, ji hêla partîyan va tên kontrolkirin û jibo berjewendîyên kesane tên bikaranîn û dewama vê rewşê jî nayê qebûlkirin. 

342/