ABNA24 : Rêwîng Hirorî Serokê Komsyona Karên Pêşmerge ya Parlimana Herêma Kurdistanê got ku êrişên hewayî û bejayî yên artêşa Tirkîyê ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê nemaze li parêzgeha Duhokê dijwar bûne û şerê di navbera leşkerên tirk û hêzên PKK da li herêmên Nêrwe, Rêkan ser bi Dêrelok û Şêladizê û herwiha li navçeya Serê didome.
Wî herwiha got ku leşkerên Tirkîyê li bilindahîyên Korejar û Lênikê bi cih bûne û deverên derdorê bi giranî bobmebaran dikin û vê yekê jî bandoreke xirab li moral, rewan û jîyana niştecihên wan navçana kirîye û ewlehîya wan têk daye.
Rêwîng Hirorî herwiha got ku heta nika 360 gund li parêzgeha Duhokê bi hegera êrişên Tirkîyê û şerê himberî PKK hatine valakirinê û hema li Amêdîyê 197 gund hatine valakirinê û 127 gund jî li wan navça ne ku şer û pevçûnên giran li wan didomin.
342/