ABNA24 : Duh encamên civîna komîteya dîtina heyvê ya Kurdistanê ji aliyê wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ve hat ragehandin.
Piştîwan Sadiq da zanîn, tevahiya tîmên ku li heyvê digeriyan, nekarîne hevyê bibîne loma di civînê de biryar hat dayîn roja yekşemê wek roja dawî ya meha Remezanê tê ragehandin û roja duşemê wê bibe cejna Remezanê.
Îsal meha Remezanê ji roja 2 Nîsanê dest pê kir.
342/