ABNA24 : Aram Cebbarî endamê YNKyê pesna destpêşxerîya nehxalî ya Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê da û got: YNK ser vê bawerê ye ku cihanîna vê destpêşxerîyê rêya derketina ji qeyranê ye ji ber ku bêyî gotûbêj û lihevkirina alîyên curbicur ên sîyasî derketina ji vê qeyranê nepêkan e û gotûbêja di nava alîyên sîyasî yên kurd ên Iraqê da têkildarî posta serokomartîyê dê rêya girtina pêşîya nakokî û duberekîya wan be.
Wî endamê YNKyê herwiha got: Hewla hin hêzên dîyar ji bo tekrevîyê di biryardayînên sîyasî da yê ser xêra welêt nebe û zîyanê bigihîne demajoya sîyasî û destpêşxerîya Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê panoramayeke netewî heye û divê hemî hêz û alî li ser kar bikin.
Eva çend meh in ku pêkanîna dewleta Iraqê ji ber nakokîya di navbera hevalbendîya sêalî ya Helbûsî-Barzanî-Sedir û Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê û hevpeymanên wê da paşda ketîye û çend caran jî civînên parlimanê ji bo bijartina serokomar ji ber ku parlimanter di asta pêwîst da pişikdar nebûne, bê encam mane.
342/