ABNA24 : Karwan Enwer di gotûbêja tev Ajansa Nûçeyan a Al Maloomê da bi gotina vê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde ji 32 milyar dolarî deyndar e, dîyar kir: Eva pişkeke deynên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo şirketên navnetewî ye ku Hewlêrê diravekî zav ji wan wergirtîye û hela deynê wan nedaye.
Enwer herwiha got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojê nîv mîlyon bermîl neftî û nîv milyon metrekûp jî gazê li gorî bihaya cîhanî difiroşe, lê em dibînin ku parêzgehên bakur nemaze parêzgeha Silêmaniyê ji ber gellek qeyranên darayîyê dinalin.
Wî amajeyî vê yekê kir ku ev sîyasetana û çawanîya birêvebirina dosîya derhatan ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê va ji xalên bingehîn û babeta nakokîyên bineretî di navbera YNK û PDK da tên hesêb, dîyar kir: Sîyasetên Hikûmeta Herêmê qet zelal nînin.
342/