ABNA24 : Êhsan Ebdulcebbar Wezîrê Niftê yê Iraqê duh ragihand ku duh ragihand ku hikma vê dawîyê ya Dadgeha Fêdêral derbara karên niftê yên Herêma Kurdistanê da hatîye sepandin û dewleta navendî kontrola wan karana digire destê xwe.
Ebbas Fetah parlimanterê YNK li Parlimana Herêma Kurdistanê derbara van gotinan da ragihand ku heke ew hikma cih were û kontrola karên niftê yên Herêma Kurdistanê bikeve destê Bexdayê, pirsgirêk, nakokî û êrişên mêdyayî yên di navbera partî û alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê da jî yê bi dawî bibin.
Dadgeha Fêdêral a Iraqê di civîna 15ê Sibatê da ragihand ku peymanên niftê yên Herêma Kurdistanê neqanûnî ne û ev herêma erkdar e ku Wezareta Niftê û Dezgeha Çavdêrîyê ya Iraqê ji peymanên firotina nift û gazê yên Herêma Kurdistanê agahdar bike û hemî derhatên niftê yên xwe radestî Wezareta Niftê ya Fêdêral bike.
342/