ABNA24 : Desteyeke YNK bi serokatîya Bafil Talebanî digel desteyeke Hevpeymanîya Ezm`ê civîya û di daxûyanîyekê da piştgirî dan destpêşxerîya Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê.
YNK di wê daxûyanîyê da amajeyî bandora xistimîna sîyasî ya nika li Iraqê ser jîyana xelkê dike û pêgirîyê dike ku danuistandina ser wê destpêşxerîyê jibo pêkanîna hikûmetê girîng e.
Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê di dawîya meha buhurî da destpêşxerîyek jibo danuistandina digel alîyên curbicur raber kir bi merema xilasbûna ji xitimîna sîyasî û pêkanîna hikûmeta nû.
342/