AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

14 gulan 2022

3:16:44
1257227

Di teqîna li Silêmaniyê ya Iraqê de 12 kes birîndar bûn

Medya Îraqî îro Pêncşemê danê sibê ragihand ku dengê teqînekê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye bihîstin.

ABNA24 : Li gorî rapora Saberin News`ê, li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê teqînek li xwaringeh û klûbeke şevê pêk hat û di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Medyayên herêma Kurdistanê dibêjin sîstema gazê li xwaringehê teqiyaye, lê hinekên din vê yekê red dikin.

Navbirî herwiha eşkere kir ku di nava dijwariya kontrolkirina agir de, derbarê sedema teqînê de nûçeyên nakok hene.

Beriya niha jî di kargeheke hesin a parêzgeha Silêmaniyê de teqînek pêk hatibû û di encamê de 14 kes hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn.

342/