ABNA24 : Qaymeqamê Axcelerê Hêmin Behcet got, “Du dronan (firokeyên bê firokevan) îro Şemiyê piştî saet 9ê sibehê gundê Tuteqel bi behaneya PKKê bombebaran kirin. Her wiha dronan li otomobîlekê dane û 5 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dane ku çend ji wan xelkê gund in.”
Hêmin Behcet anî ziman, “Cenazeyên her 5 kesan ji bo lêkolîn û tespîtkirina nasnameyan birin pizîşkiya dadwerî.”
Nahyeya Axcelerê a girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê 35 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye.
Di encama êrişên dewleta dagirker a Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê bi heceta PKKê piranî xelkê sivîl ên vê herêmê ji babeta canî û malî zirar û xisaran dibînin.
342/