AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
çarşem

25 gulan 2022

14:44:53
1260795

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Urdinê civiya

Di vê civînê da tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin

ABNA24 : Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2022an di çarçoveya civîn û hevdîtinên li perawîşa Komcivîna Aboriya Cîhanê li Davosê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin.

342/