AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : sahartv
duşem

30 gulan 2022

8:21:59
1262136

Hilbijartina Bafil Talebanî wek serokê YNK ya Kurdistana Iraqê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) "Bafil Talebanî" wek serokê xwe da nasandin.

ABNA24 : Li gorî rapora malpera nûçeyan a El-Melûme, Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku Bafil Talebanî piştî civînê wek serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê hat hilbijartin.

Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî berê hevserokatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dikirin.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê di 1ê Hezîrana 1975an de ji aliyê Celal Talebanî ve bi amadebûna kesên wek Fûad Mesûm, Newşîrvan Mistefa, Adil Murad û Ebdulrezaq Feylî hat damezrandin.

342/