Li gorî vê raporê, pên roketên 122 mîlîmitrî ketine nav baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Mûsilê (navenda parêzgeha Neynewayê).
Malpera Shafagh Newsê jî tevî piştrastkirina vê raporê ragihand, roket ji bajarê Mûsilê ber bi baregeha Zilîkanê va hatine avêtin.
Di vî warî da Kanala Gerîla TV'yê ya ser bi PKK'yê vê dawiyê di raporekê da ragihand ku endamên vê komê erebeyeke zirêhî ya artêşa Tirkiyê bi mûşeka rûsî ya rênimûnbûyî ya dijetankê ya bi navê ATGM'yê ji nav biriye.
Baregehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê di mehên dderbasbûyî da hertim ketine ber êrîşên bi roket û dronan ên komên nenas.
342/