Li gorî nûçeya Rûdawê, Di destpêka peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 34 saliya Enfala Badînan weke qonaxa dawî ya Enfalan ku ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an hat domandin, bi bîr anî û got, “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin û wan bi rûmet û rêzdarî bi bîr tînin, silavên xwe ji kesûkar û malbatên wan re dişînin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ya naskirina “Enfal”ê weke jenosîd” kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku tezmînatê bide kesûkarên qurbaniyan.
Nêçîrvan Barzanî got, “Tawana Enfalê ku her ji Germiyanê heta qonaxa dawiyê li Badînanê ku tê de 182 hezar welatiyên Kurd ên bêguneh bûne qurbanî û hatin şehîdkirin, weke ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê qebûl kiriye, jenosîd û tawana cengê û tawana li dijî mirovahiyê ye, ji ber wê divê Hikûmeta Federal a Iraqê bi lezgînî tezmînatê bide malbatên qurbaniyan.”
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha daxwaz kir, “li Herêma Kurdistanê jî divê zêdetir xizmeta malbatên qurbaniyan bê kirin û bi tomarkirina belgeyên tawanê hemû hewl bên dayîn da ku di asta navdewletî de weke jenosîd bê naskirin.”
342/