AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

19 kewçêr 2022

21:02:16
1315428

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Pêşketina 40 salan rastbûna analîza şoreşê nîşan dide

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi sedan ciwanên bijare û şarezayên bilind ên zanistî yên Îranê got: Pêşveçûna 40 salî ya vî welatî li hemberî tehlîlên rojavayîyan, rastbûna analîza şoreşê derbarê cîhanê nîşan dide.

Li gor zanyariyên binkeya ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêbertiya Mezin a Inqilabê; Hezretê ayetulah Xamineyî di vê hevdîtinê de, bal kişande ser berdewamiya piropagendeyên welatên rojavayê ji destpêka serkeftina Şoreşa Îslamî heta roja îro, got: Ji bo vê îdiayê dem jî diyar kirin û her carê digotin mehek, salek din an jî 5 salên din dê karê Komara Îslamî biqede û hin kesan jî ji ber xeflet û nezaniyê yan jî ji ber dilnexwazî dilxerabiyê xwe ev îdiayana di nav civakê de belav kirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî tekez kir: Me dest jê berneda û teslîm nebûn û me li ber xwe da û bi îzna Xwedê emê li ser rawestin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bal kişande ser hebûna du sîstemên analîtîk di vî warî de û got: Sîstemeke analîtîk di wê baweriyê de ye ku xebat û rawestana li hember pîvanên gerdûnî yên cîhanî û hêzxurtên ku ji van pîvanan derdikevin, yên wek Amerîka, bêkêr e û dibe sedema jinavçûnê, ev kesana yên ku ji rastiyan û dinyayê re analîzek cuda dikin, mirovên  xeyalhez û pûçfikir didin nasandin.

Hezretê ayetulah Xamineyî her wiha got: Lê analîza duyem û realîst li ser wê yekê ye ku ew komek rastiyan, ne tenê rastiyên baş belkî rastiyên xirab jî bi hev re dibîne û li gorî wê tevdigere.

Rêberê mezin ê Inqilabê bal kişand ser vê yekê: Lê ya balkêş ev e ku Komara Islamî tevgera xwe ya bilez ku ji dawiya karwan dabû destpêkirin û îro gihîştiye nêzîkî pêşiya karwan, berdewam kiriye.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku akademîsyenên me rê nedan ku welat hewcedarê rojavayîyan bimîne. Di danasîna hin şanaziyên elît û zanyarên welat de, lêkolîn û destkeftiyên Enstîtuya Lêkolînê ya Royan di warên wekî selûlên bingehîn û kopîkirina ajalên zindî, pêşkeftina biyokîmyayê, avêtin û veguhestina satelaytan bo fezayê, destkeftên bingehîn di warên Pîşesaziya nukleerî, hilberîna vaksînên dijwar, ji wan vaksîna korona û pêşkeftinên balkêş ên di pîşesaziyên roket û dronan de destnîşan kirin.

342/