AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

20 kewçêr 2022

20:34:15
1315750

Berdevkê Herêma Kurdistana Iraqê: Nabe ku ev navçe bibe baregeha êrişa li ser welatên cîran

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir; Herêma Kurdistana Iraqê nabe baregehek ji bo êrişkirina ser welatên cîran.

Li gor raporta peywendiyên giştî ya Kanala Saharê; Cotyar Adil Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li bersiva pirsa nûçegihanê Kanala Cîhanî ya Saharê li Hewlêrê ku Komara Islamî ya Îranê dilgiranî û nerazîbûna xwe ya kûr li hember kiryar û tevgerên komên dijberên Îranê ji rayedarên Herêma Kurdistanî re bi fermî ragihandiye, lê çima ji aliyê berpirsên Harîmê ve li vê barê de ti hewldanek nehatiye kirin? got: Divê asayîşa welatên cîran li ber çavan bê girtin, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nede ti girûpekê ku vê herêmê bike baregehek ku êrişî welatên cîran bike.

Cotyar Adil tekez kir: Divê hikûmeta herêma Kurdistanê asayîşa cîranên xwe berçav bigre û rê nede ti girûpek ku ji axa Herêma Kurdistanê operasyonên serbazî li dijî cîranên xwe bike û asayîşa wan bikeve metirsiyê.

Piştî xirabiyên komên terorîst û kiryarên li dijî ewlehiya Îranê bi hevkariya ajanên Mossadê, çendîn caran baregehên wan li Herêma Kurdistana Iraqê bûne armanca êrişên sipaha pasdaran û hejmarek ji terorîstan hatine kuştin.

342/