AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

31 kewçêr 2022

20:18:26
1319295

Ji ber nakokiya PDK û YNK'yê pêvajoya kemilandina dewleta Iraqê hêdî ye

Kovara Glob ECO'yê nakokiya du partiyên serdest li Herêma Kurdistana Iraqê li ser cîgehên dewletê ji hokarên nekemilandina dewleta vî welatî ya nû di dema xwe da zanî.

Kovara Globb ECO'yê ya çapa Inglîzê nakokiyên navxweyî di navbera du partiyên serdest li Herêma Kurdistana Iraqê li ser bidestxistina cîgehên dewleta vî welatî ya nû ji hokarên pêvajoya hêdî ya damezirandina dewletê daye zanîn.

Vê kovarê tevî amajeya bi vêya ku Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li ser cîgeha serokomariya Iraqê jî bi hev ra nakok bûn, ew tawanbar kirine ku pêvajoya damezirandina hikûmeta nû li Iraqê hêdî dikin.

Glob ECO'yê di dewamê da nivîsî: Tevî ku pişk û para kurdan ji wezaretxaneyên nû ji sê wezaretan bûye çar wezaret, lê van du partiyên kurdî nekariye li ser pişk û para kurdan li dewletê li hev bikin.

Ev di rewşekê da ye ku zêdetirîn cîgehên terxankirî bo kurdan di dewleta Iraqê ya nû da ayîdî van du partiyan e.

342/