AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

5 sermawez 2022

21:34:51
1320687

Kompaniyeke biyanî ya derxistina neftê li Herêma Kurditsana Iraqê derhata nîv miliyar dolarî bi dest dixe

Kompaniya Genel Energy'yê ragihand ku ji ber zêdebûna berhemanîna nefta xav û bihayê li bazarên cîhanê, heta dawiya salê dê nîv miliyar derhata wê ji çalakiya li Herêma Kurdistana Iraqê hebe.

Li gorî rapora Kurdpressê, Kompaniya Genel Energy'yê ya tomarkirî li Inglîzê qala derhata xwe ya zehf li Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Li gorî daxuyaniya vê kompaniyê, asta berhemanînê li qada neftê ya Tavgehê gihîştiye 109000 bermîl di rojê da.

Vê kompaniya asta dergata xwe di vî warî da heta dawiya salê 500000000 dolar texmîn kir ku pirraniya wê ji ber zêdebûna berhemanîna nefta xav li Herêma Kurdistana Iraqê û zêdebûna bihayê wê li bazarên cîhanî ye.

Genel Energy'ê di yek sala bihurî da derdora 150 miliyon dolar sermaye li du qadên neftê yên Tavgeh û Sertayê xerc kiriye.

342/