AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:48:58
1321450

Emîr-Ebdullahiyan: Îraniyên li Ewropayê dijîn serwetên girîng ên Îranê li derve ne

Wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja înternetî ya digel balyoz û konsulên Îranê li Ewropayê, îraniyên ku li Ewrûpayê dijîn wek sermayeyên girîng ên Komara Îslamî ya Îranê li derveyî welat bi nav kir û li ser baştirkirina xizmetguzariyê ji wan re tekez kir.

Husên Emîr-Ebdullahiyan êvara duşemiyê li gotûbêja online bi balyoz û konsulên giştî yên Komara Islamî ya Îranê li welatên ewropî, li ser giringiya hewildanên zêdetir ên nûnerên Komara Islamî ya Îranê li derveyî welat ji bo pêşdebirina stratejiya siyaseta derve ya hikûmeta 13.an di bin sernavê "Siyaseta Derve ya Hevseng" "Diplomasiya dînamîk û danûstandina baqil" di şert û mercên kêşe û dijwariyên navneteweyî de pêgîrî kir.

Emîr-Ebdullahiyan bi bîr xist: rûbirûbûna van kêşeyan pêwîstî bi aktîvkirina hewldanên curbicur, bi hêz û bi bandorkirina nûneratiyên Îranê ji bo pêşxistina berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê heye.

Balyoz û konsulên Komara Îslamî ya Îranê li vê hevdîtina înternetî nêrînên xwe li bara dawîn pêşhatên peywendiyên Îranê bi welatên ewropî bi Emîr-Ebdullahiyan re parve kirin.

342/