AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

8 sermawez 2022

19:51:03
1321454

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser pêwîstiya vegerandina heyîtiyên talankirî kir

Serokwezîrê Iraqê tekez kir: Heta wê demê ku vegerandina heyîtiyan û parastina heyîtiyên gelê vî welatî pêk neyê, dê hewildana ji bo têkoşîna gendeliyê bawerî pê tunebe.

Muhemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê digel Cewad Bûlanî serokê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê ya Meclîsa Iraqê û hejmareke endamên vê komîsiyonê civiya.

Di vê civînê da rewşa ewlehî li Iraqê û di serî da mijara awareyan û xebata fermandarên ewlehiyê yên Iraqê hat vekolandin.

Serokwezîrê Iraqê di vê civînê da li ser girîngiya bicihbûna dubare ya hêzên ewlehiyê li bajaran, serdestiya qanûnê û pêwîstiya dûrkirina saziyên ewlehiyê ji sermayeguzariya siyasî û partiyan tekez kir.,

Di warê têkoşîna dijî gendeliyê da, Sûdanî tekez kir, divê pereyên talankirî bên vegerandin û heta wê demê ku vegerandina heyîtiyan û parastina wan ji bo welatiyên iraqî neyê selimandin, hewildana ji bo têkoşîna dijî gendeliyê dê bawerî pê tunebe.

342/