AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

9 sermawez 2022

19:00:31
1321814

Reîsî li hevdîtina sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê got: Hevkariya welatên serbixwe bersiva herî bibiryar e li hemberî stratejiya bêîstiqrarkirinê ya Amerîkayê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina sekreterê Konseya Ewlehîya Netewî ya Rûsîyê, bal kişand ser vê yekê ku hevkarîya welatên serbixwe bersiva herî bibiryar e li hemberî stratejiya bêîstiqrarkirinê ya Amerîkayê.

Li hevdîtina sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê bi serokê Komara Îslamî ya Îranê re, li ser pêşxistina hevkariyên stratejîk-aborî di navbera her du welatan de hat tekezkirin û hat ragihandin ku bihêzkirina hevkariyên navçeyî baştirîn rê ji bo pêkanîna aştî û aramiyê ye.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro Çarşemê li hevdîtina tev Nîkolay Patrûşev sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê, diyar kir ku îradeya Îran û Rûsyayê pêşxistina asta têkiliyên stratejîk e di warên curbicur de. Ev têkilî her diçe bihêztir dibin û perspektîfên wê jî diyar in û di dewamê de got: Hevkariya welatên serbixwe bersiva herî diyar e li hember siza û siyaseta têkdana aramiyê ya Amerîka û hevpeymanên wê.

Reîsî bal kişande ser vê yekê ku siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê dijberiya li hember şer e û destnîşan kir: Berfirehkirina qada şer û gurrkirina agirê şer dibe sedema nîgeraniya hemû welatan.

Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsiyê her wiha li bara rewşa hevkariyên dualî raporek pêşkêş kir û destnîşan kir: "Em bi awayeke çalak li ser pêşxistina hevkariyên di warên siyasî, bazirganî, enerjî, çandinî û tranzît disekinin û komîsyona aborî ya hevpar jî cîbicîkirina rêkeftinên navbera serokên du welatan bi cidî dişopîne .

Patrûşev hêvî xwest ku peywendiyên Rûsyayê bi Komara Îslamî ya Îranê re di çarçoveya civak û rêxistinên navçeyî de berfire û geştir bibin û di dewamê de got: Afirandina cîhana piralî li gorî berjewendiyên hemû welatên cîhanê ye.

342/