Li gorî rapora Kurdpress'ê, Vî rayedarî her wiha got: Heta niha YNK'yê ev yek nepejirandiye û ew girêdayî bi 24 saetîbûnna elektrîka gelê vê navçeyê û girêdana gaza bajarî bo malên gel kiriye.
Pêştir jî YNK'yê îdia kiribû ku ji ber kêmbûna enêrjî û elektrîkê li Silêmaniyê û bihabûna wê, gelek ji kompanîyan tûşî zirar û ziyanên berfireh bûne.
Ev nûçe wiha pê da diçe, ji elektrîka berhemhatî li Herêma Kurdistanê tenê sedî 27ê wê bo Silêmanî û Helebçeyê tê veguhestin û sedî 73ê wê li parêzgehên Dihok û Hewlêrê tê mesrefkirin.
Her wiha YNK di vê mijarê da gazinan dike ku ji 30 kompaniyên xizmetguzariyê yên DANA Gazê tenê kompaniyek li navçeya Silêmaniyê ye û 29 kompaniyên din di bin desthilata PDK'yê da ne.
342/