AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

12 sermawez 2022

21:06:13
1322575

Pêşnûmeya biryarnama Amerîka û Trojkaya Ewropayê ya li Civata Rêvebirên IAEA a li dijî Îranê

Amerîka û troika ewropî (Brîtaniya, Fransa û Almanya) daxwaz ji Civata Rêvebirên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) kirin ku biryarnameyekê li dijî Îranê derbixe û amaje bi vê yekê kirin ku pêşkêşkirina raveyên Îranê derbarê zereyên uranyumê yên îdiakirî li sê cihên neragihandî "mecbûrî û pêwîst e".

Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran ragehandiye ku tu pilanek ji bo çêkirina çekên navokî tine û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê jî di zêdetir ji 15 raportên fermî de tekez kiriye ku di bernama navokî ya Îranê de ti xalifîn û xirabiyek nebûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, reşnivîsa vê biryarnamê roja Îniyê ji welatên din ên endamên Civata Rêvebirên IAEA re hat şandin. Civîna sê mehane ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê biryar e roja Çarşemê dest pê bike.

Bikaranîna Civata Rêvebirên IAEA li dijî Îranê wekî amûr û darê destan ji aliyê Amerîka û Trojika Ewropayê ve, di demekê de ye ku "Rafael Grossi" Rêvebirê Giştî yê vê Ajansê roja Pêncşemê li berdewamiya îdiayên xwe yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê û li gel tawanên welatên rojavayî, îdia kir ku bi Tehranê re negihêştiye encamên pêdivî.

Di vê navberê de ajansa nûçeyan a “Reuters” roja Pêncşemê nivîsî ku Komara Îslamî ya Îranê bi serdana mufetîşên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê razî bûye.

342/