AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 sermawez 2022

16:47:00
1324684

Malbata Şenyaşarê: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Malbata Şenyaşarê a di roja 621’emîn de Nobeta Edaletê didomîne destnîşan kir ku armanca wan edalet e û got: “Heya edalet neyê, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Nobeta Edaletê ya malabata Şenyaşarê a di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 621’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye, çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 

Malbata Şenyaşarê têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê li ser hesaba xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: “Ferqa ziman, nasname, ol, filan û bêvanê kesê ku heqê wê/î tê xwarin, neheqî lê hatiye kirin tuneye. Bêyî ku em bêjin lê belê, bêyî ku em bibêjin nexwe divê em li cem her kesekî wisa bisekinin. Armanca me edalet e. Heya ku edalet neyê, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 


342/