AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

19 sermawez 2022

16:47:59
1324686

Sunak: Alîkariyên leşkerî bo Ukraynê dê bên domandin

Serokwezîrê Brîtanyayê di dewama stratejiya destwerdanê ya welatê xwe di şerê Ukraynê da qala şandina pakêta çekan a nû bo vî welatî kir.

Rishi Sunak serokwezîrê Brîtanyayê roja Şemiyê di serdana xwe ya bo Ukraynê da tevî dubarekirina siyaseta welatê xw eya gurrkirina şêrr li Ukraynê, got: Dewleta Brîtanyayê dil heye pakêteke alîkariya leşkerî ya nû bi bihayê 50 miliyon pondî bide Kiyêvê.

Sunak her wiha got: Ev pakêta çekan a nû pêkhatî ji 125 yekneyên topên dije-asimanî û teknolojiyên pêwîst e.

Serokwezîrê Brîtanyayê di dewamê da tevî amajeya bi lihevkirinameya derxistina dexl û danê ji bendergehên Ukraynê, îdia kir ku ew ê alîkariya Ukraynê bike da ku dexl û dana xwe bifiroşe derve.

342/