AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

21 sermawez 2022

20:05:13
1325219

Bersiva Îranê bo pesendkirina biryarnameyê li dijî Îranê

Berdevkê Wezareta karên derva ya Îranê got: Wek bersiva bo kiryara vê dawiyê ya sê welatên ewropî û Amerîkayê ya pesendkirina biryarnameyê li dijî Îranê, di pêngava yekem da çend kiryar ketin rojeva karê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê.

Nasir Kenanî roja Yekşemiyê got: Wek bersiva bo kiryara vê dawiyê ya sê welatên ewropî û Amerîkayê ya pesendkirina biryarnameyê li dijî Îranê, di pêngava yekem da çend kiryar ketin rojeva karê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û cihanîna wan îro bi amadebûna Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li navendên zengînkirinê yên Şehîd Ehmedî Roşen (Netenz) û Dr. Elîmihemedî (Furdo) pêk hat.Wî tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê her wiha amade ye ku di çarçoveya mafên xwe yên tekûz, her dema ku aliyên rojavayî vegerin ser sozên xwe û pabendî wan bimînin û dest ji kiryarên siyasî bikişînin, berteka guncan nîşanî kiryarên wan bide.

Nasir Kenanî di dewamê da got: Raberkirina biryarnameyê bo civîna vê dawiyê ya Konseya Hakiman a Ajansê kiryarek bû ku bi armancên siyasî û bi mebesta zêdekirina zexta li ser Komara Îslamî ya Îranê kete rojeva karê Amerîka û sê welatên ewropî.Kenanî her wiha got: Derxistina vê biryarnameyê di rewşekê da pêk hat ku Îranê bernameya navokî ya aştiyane ya herî zelal pêka asta binkeyên di bin çavdêriyê li cîhanê û lêgerîn û ceribandina rastiyê ya herî zêde hebûye.

Wî tevî tekeziya li ser vêya ku Komara Îslamî ya Îranê derbarê dûhatên vê kiryara ne mentiqî aliyên rojavayî hişyar kiribûn, got: Mixabin bikaranîna saziyên navneteweyî wek darê destan li dijî miletên serbixwe bûye pîvana siyaseta derveyî ya rojavayiyan.

Kenanî tevî tekeziya li ser vêya ku Komara Îslamî ya Îranê ti wextî teslîmî zextê nabe, got: Îranê dê bernameya xwe ya navokî ya aştiyane li gorî hewcetiyên welêt û li gorî maf û sozên xwe yên di soznameyên navneteweyî da bidomîne.

Biryarnemya pêşniyazkirî ya Amerîka û sê welatên ewropî li dijî Îranê roja Pêncşemiyê piştî dengwergirtinê bi 26 dengên Erê, 2 dengên Na (Rûsiye û Çîn) û sê dengên bêla hat pesendkirin.

Ev sêyemîn biryarnameya dijî Îranê ye ku piştî cihanîna Lihevkirina Navokî bi zexta Rejîma Siyonîst li Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê tê derxistin. Roja 19ê Hezîrana 2020î û 8ê Hezîrana 2022an jî biryarnameyeke wiha ji aliyê sê welatên ewropî yên endamê Lihevkirina Navokî û piştevaniya Amerîkayê va hat pêşniyazkirin û pesendkirin.

342/