AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

26 sermawez 2022

19:33:58
1326477

Sê leşkerên artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku sê leşkerên din ên vî welatî li bakûrê Iraqê hatine kuştin.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand: Sê leşkerên artêşa Tirkiyê di operasiyona Pence-Kilîlê ya vî welatî li bakûrê Iraqê hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kiriye ku leşkerên vî welatî di encama êrîşa endamên PKK'yê da hatine kuştin.

Tirkiyê ji Nîsana 2022an va operasiyoneke bi navê Pence-Kilîlê bi behaneya şerê dijî PKK'yê li navçeyên Metîna, Zab û Avaşînê ya Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kiriye.

342/