Navenda Ragihandinê ya Ewlehiya Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand tîmên rêveberiya îstixbarat û asayîşa Kerkûkê komeke metirsîdar a çeteyên DAIŞ’ê ku ji sê çeteyan pêk dihat girtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin her sê çete li gor madeya 4an a qanûna têkoşîna li dijî terorê hatine girtin.
Di demên dawiyê de tevgera çeteyên DAIŞ’ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê zêde bûye û gelek caran êrişî hêzên ewlehiyê dikin.
342/