AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

28 sermawez 2022

17:40:47
1327070

Tirkiyê çend gundên bakûrê Sûriyê dan ber êrîşên asimanî û topan

Artêşa Tirkiyê çend gundên derdora Hesekeyê li bakûrê Sûriyê dan ber êrîşên bi topan.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê dijî terorîstan ji derdora du sal û nîv beriya niha hin navçeyên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê dagir kirine û komeke leşkerên tirkiyeyî û terorîstên bin fermana wan hema wisa li van navçeyan in.

Li gorî rapora çavkaniyeke Kurd a sûrî, Hêêzn Tirkiyê û çekdarên ser bi wan roja Yekşemiyê du gundên Yalnî û Seyadeyê li derdora Minbicê bi çar topan dan ber êrîşê.

Hevdem digel êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi topan li du navçeyên Kobanî û Minbicê, balefirên şêrr ên Tirkiyê navçeya Til Rifetê li bakûrê rojavayê Helebgê da ber êrîşên xwe yên giran.

Piştî êrîşa Tirkiyê ya asimanî, hêzên nasyar bi "Hêzên Rizgariya Efrînê" ku li derdora navçeya E'zazê bi cih bûne, baregeha leşkerî ya Tirkiyê li derdora gundê Dabiqê da ber êrîşê.

342/