Cîgirê Serokê Beşa Hiqûqî û Navnetewî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Riza Necefî şeva buhurî di Konfiransa 27an a welatên endamê Konvansyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî da li şarê Lahê herwiha got: Di dema şerê sepandî yê rêjîma Seddam ser Îranê da, şirketên almanî û amerîkî alav û maddeyên kîmyewî yên pêwîst ji bo çekên kîmyewî dan rêjîma Seddam û bi vî awayî şirîkê cineyatên Seddam in.
Wî pêgirî kir: Sebebkar û piştgirên vê cinayeta cengê divê bispêrin dadgehê û ev yeka jî bi derbasbûna demê ji rêzê dernakeve.
Necefî di dewamê da pêgirî ser soza dewletên endamê vê konvansyonê ji bo rakirina boykotên yekalî yên dijemirovî û berovajî mafên merivan û mafên mirovdosîtyê ku nahêlin nivîşkanbûyîyên kîmyewî yên îranî alav û dermanên pêwîst bi dest bixin, kir û xwest ku ew boykotên dijemirovî yên dijî Îranê zûka bên rakirin.
342/