Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro di konfiransa ``berpirsîya cihanîna qanûna bingehîn `` da pêgirî kir ku ti binbestek di qanûna bingehîn a Komara Islamî ya Îranê da tineye, got: Cihanîna nivîşkan ûnuqsan a destûra bingehîn ne hegera kêrhatînebûna wê ye û em divê ji bo cihanîna hemî isûlên destûra bingehîn hewil bidin.
Reyîsî herwiha got: Welatê me, welatê hilbijartinan e; me piştî şoreşê gellek hilbijartin li dar xistin, lê ez mame heyrê kesên ku idiaya mafên merivan dikin, çawan pişta pergalekê ku ti hilbijartinek li herêmê li dar nexistîye digirin lê dijminatîyê hibmerî Îranê dikin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku baştirîn rêya pêkhatina dadperwerîyê, cihanîna qanûnê ye û dîyar kir: Em gişk ji her partî û alîyekî sîyasî bin, divê li ser cihannîa qanûnê li hev bikin û berçavgirtina qanûnê esasek e.
342/