AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

4 berfanbar 2022

19:56:15
1328628

"Îran pêncî û sêyemîn welatê dahêner li cîhanê ye"

Şêwirmendê Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiya Îranê di warê Teknolojî û dahêneriyê da got: Komara Îslamî ya Îranê pêncî û sêyemîn welatê dahêner li cîhanê ye.

Mustefa Sefderî Rencber Şêwirmendê Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiya Îranê di warê Teknolojî û dahêneriyê da roja Yekşemiyê li bajarê Kirmaşanê yê rojavayê Îranê tevî amajeya bi pêşketinên Îranê yên baş ji hêla teknolojiyê va got: Derbaskirina rêya pêşketin û dahêneriyê hewcetî bi bikaranîna zanist û teknolojiyê heye.

Sefderî Rencber got: dahênerî û nûxuliqandin tenê bi lêkolîn û zanistê pêkan e û piştî wê jî mijara herî girîng di dahêneriyê da, bazara raberkirin û daxwazê ye.

Şêwirmendê Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiya Îranê di warê Teknolojî û dahêneriyê da got: dahênerî di çar nifşan da pêk tê ku di nifşa wê ya çarem da zincîreya nirx û nûxuliqandinê ava dibe û li sîstemên dahêneriyê yên ciyawaz da beşên sivîl û dewletî bi rêya tevkariyê bi pêş dikevin.

Sefderî Rencber bi gotina vêya ku teknolojî hokara sereke ji bo pêşketina her welatekî ye, got: Li welatekî ku qanûnên wê hevdem digel teknolojiyên nûjen bi pêş nekevin, mirov nikare li benda pêşketina wê be, ji ber ku li kêleka dahênerî û teknolojiyê, hewcetî bi dahêneriyê di warê siyaset, qanûn, rêzik û pîverên serdest heye.

342/