AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

4 berfanbar 2022

19:57:41
1328631

Koma Ahrar-Al-Iraqê berpirsyariya êrişa ser baregeha Zilîkanê girt stûyê xwe

Tîpa Azadeyên Iraqê (Lawa Ahrar Al-Iraqê) êvara Şemiyê berpirsyariya êrişa mûşekî ser baregeha leşkerî ya Zilîkanê li bakurê Iraqê girt stûyê xwe.

 Lawa Ahrar Al-Iraqê ragihand ku bi 4 mûşekên 122 mîlîmêtrî yên Gradê ev baregeha leşkerî li parêzgeha Mûsilê daye ber êrişê.

Vê koma berxwedanê ragihand ku ev êrişa siet 21:00 li gor dema xwecihî pêk hatiye.

 Pêştir jî çavkaniyên nûçeyan ragihandibû, dengê çar teqînan li baregeha leşkerî ya Zelîkanê li bakurê Iraqê hatiye bihîstin.

Hêzên Tirkiyê li baregeha leşkerî ya Zilîkanê li navçeya Beşîqeyê ya bakurê Mûslanavenda parêzêgeha Neynewaya Iraqê bi cih bûne.

 Dewlet û rayedarên iraqî heta niha bi caran ji Tirkiyê xwestiye ku dawiyê bide dagirkeriyên xwe li bakurê Iraqê û hêzên xwe ji wir derxîne.

Wan her wiha êrişên esmanî û topxaneyî yên berdewam ên artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê wek binpêkirina serweriya welatê xwe zanîne û daxwaza rawestandian wan kiriye.

342/