AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

5 berfanbar 2022

21:09:32
1328943

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Hêzên ewlehiyê yên Îranê dê di rûbirûbûna vebirr li hemberî ajawegêran da sersar nebin

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Îranê di rûbirûbûna bihêz digel ajawegêr, şerût û terorîstên dijmin ên kirêgirtî dê sersarî û qusûrî nekin.

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê kiryara vebirr a Hêza Dadweriya Îranê ya vekolandina qanûnî ya dosyeya peywendîdarên bi servîsa sîxoriya Rejîma Siyonîst û cihanîna hikmê darvekirina çar kes ji wan pêngaveke hêvîder ji  bo pêşîlêgirtina bibandor û xurtkirina baweriya gel bi rûbirûbûna edlane û cidî digel sûcdaran zanî.


Di daxuyaniya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da tevî tekeziya li ser berçavgitina zêdetir a nerazîtî û daxwazên gelanî yên heq ji aliyê saziyên têkildar va, hatiye ragihandin ku hêzên ewlehî, istixbaratî, întizamî û besîcî yên welêt tevî   rûbirûbûna bi hişmendî û bi serê hemdê xwe bûn digel kesên gefê li ewlehîya civakî dixwin, di rûbirûbûna vebirr û bi îqtidar digel ajawegêr, şertû û terorîstên kirêgirtî ji aliyê dijmin va dê şik û sersarî nekin.


342/