Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna xwe ya hefteyî derbarê helwêstên ciyawaz ji aliyê amerîkiyan va derheqê Îranê got: Ji bo Amerîkayê babeta herî pêşî gotûbêj nîne û wê bala xwe daye ser mijarên din.
Kenanî her wiha got: Dijheviya tevger û axaftinê di helwêstên endamên rojavayî yên Lihevkirina Navokî da û taybetmendiyên dewleta Amerîkayê heye, bi taybet reftara ducûre di pratîkê da û nebûna sozdariya derheq Lihevkirina Navokî ji aliyê dewleta Amerîkayê bû ku pêvajoyeke wiha neguncan di vê lihevkirinameyê da pêk anî û rê li ber sdûwergirtina Komara Îslamî ya Îranê ji berjewendî û sûdên aborî di Lihevkirina Aborî da girt û her wiha rêkarên navneteweyî yên çendalî ji bo çareserkirina mijarên navneteweyî yên lihevalyayî xiste ber şik û gumanan û tûşî nakokiyê anî.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Ev enama xebata nabaş ji aliyê dewleta Amerîkayê va ye û berpirsên vî welatî divê ji ber kiryarên xwe yên neberpirsyarane di vî warî da bersiv bidin.
342/