AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

7 berfanbar 2022

20:29:37
1329437

Hewla pêkanîna darbeyê li Almanyayê

Li Almanyayê 25 kes ji efserên leşkerî û siyasî bi tohemta hewldan bo pêkanîna darbeyê û avakirina dewletekê li gor Împeratoriya Almanya y sala 1871an, hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Almanyayê, îro li 11 eyaletên wî welatî biryara desteserkirina 52 kesan bi tohmeta ku endam û alîgirên rêxistineke terorê ne, hatiye dayîn. Ji wan kesan 25 kes di operasyona hêzên polîs de hatine desteserkirin.

Serdozgeriya Almanyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Polîsên Federalî di operasyoneke mezin de dor li gelek cihên koma bi navê Reichsbürger (Welatiyên Reich) girtin û 25 kes ji endamên wê desteser kirine.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, kesên ku hatine desteserkirin plan dikirin ku bi rêya komeke çekdar parlamentoya Almanyayê bigirin destê xwe..

Li gor zanyariyan, wê komê di Mijdara îsal de hejmarek ji endamên xwe çekdar kirine û planek amade kiriye ji bo êrîşkirina ser saziyên hikûmetê, daku hikûmetê birûxîne.

342/