SANA News'ê ji zarê çavkanîyên xwecî li derdora Yeirebîyê li bakur-rojhilatê Hesekeyê ragihand ku karwanekî Hêzên amerîkî yên dagirker ku ji 66 tankerên nifta dizî ya Sûrîyê pêk dihat, ji axa Sûrîyê derket û bi rêya derbasgeha neyasayî ya Mehmûdîyê li derdora Hesekeyê bo Iraqê hat veguhestin.
Dewleta Şamê bi caran pêgirî kirîye ku leşkerên amerîkî yên dagirker ti armancek bilî talankirina niftê li rojhilat û bakur-rojhilatê Sûrîyê tinene. Piştî têkçûna koma terorîst a DAIŞê di Îlona sala 2017an da li Sûrîyê, hêzên amerîkî cihê wê girt û dest bi derxistin û dizîna nifta Sûrîyê kirin.
342/