Xalib Mihemed Elî Parlimanterê Meclisa Iraqê yê berê di hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a El Meilûmeyê da bal kişand ser vê yekê ku nakokî û kêşeyên di navbera PDK û YNK'yê, bandoreka nerênî danîne ser rewşa parêzgeha Silêmaniyê û got: Van du partiyan li ser dabeşkirina çavkaniyên xwezayî bi taybet nift û gaza Herîma Kurdistanê û heta deriyên sînorî yên Herêmê ku para zêde ya wan li parêzgeha Silêmaniyê û pişkeke din a wan li parêzgehên Hewlêr û Dihokê ne, li hev kiriye.
Wî destnîşan kir ku kontrolkirina deriyên sînorî yên Dihok û Hewlêrê ser milê malbata Partya Demokrat e ku desthilata Herêma Kurdistana Iraqê di destê wê de ye û kontrolkirina deriyên sînorî yên parêzgeha Silêmaniyê ser milê YNK'yê ye.
342/