AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

17 berfanbar 2022

21:31:38
1331649

Parlimanterekî Herêma Kurdistanê: Heke Hewlêr û Bexda lihev bikin, bûca mehane ya Herêma Kurdistanê yê rabe 1500 milyard dînarî

Endamekî parlimana Herêma Kurdistanê got: Heke Hewlêr û Bexda di dewra hikimdarîya Mihemed Şîya Sûdanî da lihev bikin, bûca mehane ya Herêma Kurdistanê yê rabe 1500 milyard dînarî

Elî Heme Salih got: Heke hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê lihev bikin û Bexda 400 milyard dolarê din jî bişîne yê bûce rabe 1500 milyard dînarî û bi vî awayî yê bi nîvê vî diravî miaşê meha 12an berî sala nû were dayînê û ji wî diravî 172 milyard dînar ji bo Silêmanîyê û 228 milyard dînar jî bo Hewlêrê ye.

Elî Heme Salih herwiha got: Heke Bexda û Hewlêr li ser vê yekê lihev bikin, pişka Herêma Kurdistanê ji bûca Iraqê yê nêzîkî tirilyonek û 300 milyard dînar be ku digel derhata ku wek zêde dizvire xizîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derhata mehane ya Herêma Kurdistanê yê raber tirilyonek û 500 milyard dînarî ku ji wê 900 milyard dînar ji bo dayîna miaşan û 600 milyard dînar jî ji bo projan, xercîyan û karên din tê xerckirin.

Vî endamê parlimana Herêma Kurdistanê got: Eva baştirîn bijare ji bo lihevkirina digel Bexdayê ye.

342/