AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

21 berfanbar 2022

15:07:05
1332677

Şaxevan Ebdullah: Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya niftê li hev kir

Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê ragihand ku di pêşnumeya bûceya Iraqê da beşeke baş ji bûceyê bo Herêma Kurdistanê hatîye terxankirin û Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya niftê jî li hev kir.

Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê Şaxevan Ebdullah herwiha got: Di gotûbêjên di navbera desteya Herêma Kurdistanê û Bexdayê da, pêngavên baş hatine rakirin.

Şaxevan Ebdullah pêgirî kir ku gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê ser bingeha wê rêkevtinnameya sîyasî didomin ku hikûmet ser wê hatîye avakirin, ji ber ku rêkevtinnameyeke sîyasî ji bo pêkanîna hikûmetê hebû ku parlimanê jî deng dayê.

Li gorî gotina Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê, Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya niftê jî li hev kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê û gotûbêja desteya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Niftê yê Iraqê da, rêkevtinnameya sîyasî wek bingeh ji bo çareserkirina kêşeyan hat zanîn.

Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê herwiha aşkira kir ku amadekirina pêşnumaya bûceyê ya sala bê yê li gorî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê be, ji bo vê yekê jî beşeke baş ji bûceyê bo Herêma Kurdistanê hatîye terxankirin.

342/